Muzîka Kurdî Û Pýrçandî

Vedat Yýldýrým,11 Kasým 2009

 

Di vê nivîsê de; ez dixwazim tecrubeyên xwe yên min di projeya ‘Kardeþ Türküler' de bi dest xistiye bi we re parve bikim. Lê belê; hewmên (agahiyên) ku ezê li ser bisekinim ne akademîk in, daxwaza min ew e ku ez çend pirsan derxînim holê û em bi hev re li ser van mijaran muneqeþe bikin.

Ewil; divê em çarçoweya nêrînên xwe diyar bikin da ku pirçandî û rengîniya xwe bi þêwazeke rast û zelal binirxînin.

Berî her tiþtî; ji bo nêrîneke rengîn divê xerîteya çandî ya warên me were amade kirin. Lê mixabin, li Tirkiyê li ser vê mijarê bi awayekî pirçandî nehatiye sekinîn. Rêxistinên kurdan jî di vî warî de karên sîstematik û dûdirêj nedomandine. Berhevkirina dans û muzîka gelêrî, berhavkirina xebatên dîroka devkî û wêjeya devkî bi awayekî belawela û bênîzam berdewam bûne.

Niha; li gor vê nêrînê; emê li ser çend mijaran bisekinin:
- Divê xebatên me ne di sînorên sîyasî, di sînorên çandî de bidomin. Bi rastî jî, berî qirna netewedewletan warên me li gor vê hiþmendiyê hatibûn binavkirin. Weke mînak; herêma Serhedê, herêma Botan… Gelo bi pêdiviyeke çawa ew herêm wisa hatine binavkirin: ji ber ku devok, muzîk û folklorên gund û bajarên van herêmên ku bi navekî hatîbûn hesibandin hevpiþk in. Mînakek din em bidin; Di navbera Diyarbekir, Elezîz, Meletî û Sêwasê de ji aliyê þêwazên mûzîkê, xetek an jî hewzeyek bi navê ‘Ýncesaz'ê tê zanîn.

- Binavkirinên etnîkî yan jî olî –mînak, rojhilata navîn warê misilmaniyê ye yan jî warê Ereban e- jî nêrînên me teng dikin û diþibînin hev… Ji ber ku li Mezopotamyayê; gelek netewe û ol bi hev re dijîn.

- Ji aliyê din; li vê erdnîgariya çandî ku em behs dikin; divê li ser tevgerên koçberiyê, tevgerên desthilatdaran û tevgerên li ser jiyana mirovên herêmê têsîr kirine lêkolîn were kirin. Mînak; berî êriþên Yavuz Sultan Selîm herêma Dersîmê û herêmên ku Elewî lê dijiyan di bin serdestiya Sefewiyan de bûn. Ji ber ku li vê herêmê bi piranî Elewî dijiyan, gelê vê herêmê bi Îranê re tekilî danîbû. Piþt re Osmaniyan ew war dagir kir û gelek zordarî kir. Çima em van buyerên dîrokî dinirxînin? Armanca me ew e ku em fehm bikin, gelo tekiliya Elewiyên Dersîmê û Ehlî Heq'an yên ku li Îranê dijîn heye yan na. Ji ber ku, meqam û rîtmên Ehlî-Heq'an û Elewiyên Dersîmê û Meraþê carinan diþibin hev.

Ji ber vê yekê; ne mumkun e ku Mezra-Botan ku gelek çand û ol hebûna xwe bi awayekî hîbrîtîk didomînin bi navên yek-etnîkî yan jî yek-olî werin binavkirin.

- Ji bo têkiliyên çandî têsîra (erka) hozanên gerok jî gelekî girîng e . Ji ber ku, ev hozan li gelek herêman digerin û yek caran muzîk û wêjeya herêmên biyanî tînin herêmên xwe; vê danehevê li gor xwe þîrove dikin û bi þêwazeke nû tevlî çanda xwe dikin.

**************

Belê; niha emê li gor vê çarçoweyê li ser çend herêman bisekinin:

Ne mumkun e ku li Mezra-Botan Kurd jî di bin têsîra çandên derdora xwe de nemînin.
Kurdan jî bi gelek gelên din re jiyaneke hevpiþk ava kirine. Ji bo baþ were fehmkirin, emê hinekî li ser sîstema eþîran bisekinin: Di nav konfederasyona eþîran de eþîrên ne kurd jî hene- weke mînak, berê li Hekariyê, eþîrên Nastûriyan ku ji neteweya Asûriyan tên jî cih digirtin.

Ji xeynî vê; Li Hekariyê Kurd û Nastûrî dawetan bi hev re pîroz dikirin. Ne xerîbê govend û muzîkên hevdu bûn… Cil û bergên wan jî weke hev bûn, tenê li ser Nastûriyan perî (konik) hebûn. Di vê rewþê de; ne mumkun e ku di navberê ritm û meqamên Kurdan û Nasturiyan de têkiliyek çê nebe. Kurd di cejnên girîng de diçûn seredana Nasturiyan, Nasturî jî diçûn serdana Kurdan. Em dikarin bêjin; ji aliyê meqam, ritm, û þewaza vokalê, cudahiya muzîka Hekarî ya di nava mûzîka Kurdan de ji wê têkiliya çandî ya bi Nasturiyan re tê…Bi taybetî forma þeþbendî tenê li Hekarîyê tê dîtin û mirovên Nasturî jî vê formê bi kar tînin. Li gel vê; Yermenî jî li vê herêmê jiyane. Kêm be jî, îro em dikarin bigihêjin stranên Nasturiyan lê mixabin þopa çanda Ermeniyan li Hekariyê qet nemaye.

Em dikarin pirçandiya Hekariyê bi awayekî giþtî wisa binirxînin: Çanda vî warî û herêma Botanê bandor li hev kirine û gelek stranên hevpiþk çêbûne. Li jêr -baþûr- li herêma Behdînan jî çandeke hevpiþk tê xuya kirin û þêweyên van her du herêman diþibin hev. Ligel vê þêwe û mûzîkên Uludere'yê gelek cuda ne. Li gor agahiyan, gelên vî warî ji Îran û Baþûr koçber bûne û hatine vir.
Wexta ku me li Hekariyê stran berhev dikirin, me dît ku gelek dengbêjên vî warî ji xeynî dengbêjiyê hafiziyê jî dikin. Þêwazên wan ên strandina ayetân têsîr li þêwazên strandina stranên gelêrî kiriye. Di bin têsîra meqamên Kuranê de jî mane. Em dikarin bêjin ku ew meqam bi Ereban -ku ola Ýslamê anîne vê hwerêmê- gihiþtine vê derê. Ev bandor li herêmê Sêrt û Bedlisê jî tê xuyakirin, bi taybetî jî di nava stranên olî de…

Li vê herêmê tevgerên terîqetan û ji ber vê yekê jî muzîkên mîstîk gelek xurt in. Terîqetan dikaribûn bi hêsanî di nava mirovên vî warî de ola xwe belav bikirana. Ji ber ku, ev herêm cihekî ewle bû û ji bandora hukumetan jî dûr bû. Berê danûstendina navbera vê herêmê û Îran û Iraqê gelo çawa diqewimî û vê tevgerê bandorek çawa li muzîkên vê herêmê dikir…Divê lêkolîn were kirin.
Hûn jî dizanin, medreseyên herêmê ji bo pêþketina çand û zimanê kurdan rêxistinên herî girîng bûn. Ji xeynî zimanê Farisî û Erebî, perwerdeya zimanê Kurdî jî li van medreseyan hatibû dayîn. Berhemên helbestvanên Kurd ên wekî Melayê Cizirî, Ehmedê xanî, Feqiyê Teyran hatibûn xwendin. Dersên ‘tîlavet'ê hatibûn dayin ku þagirt meqamên Quran'ê hîn bibin. Li gor çavkaniyan Helbestvanê navdar ê Kurdan Feqiyê Teyra di bin têsîra wêjeya Îranê de maye , bi taybetî jî di bin bandora feriuddin Atar de. Helbestên Feqiyê Teyra di nav Êzidiyan de bi awayekî devkî tê zanîn .
Li gel vê yekê; berî avabûna sînorên siyasî, xelkên vê herêmê ji bo danûstandinê yan jî ji bo tenduristiyê diçûn bajarê Urmiyê yan jî Musulê ku ev bajar ji Wan û bajarên din nêziktir bûn. Loma, divê têkiliyên bi Îranê re yên di wî wextî de were kolandin.

Li Hekarî û li parçeyek Wanê, du eþîr gelek xurt in. Pinyaniþî û Ertuþî. Eþîra Pinyaniþî hinekî ji Ertuþiyan muhefazakartir e. Di Dawatên wan de tenê dengên însanan tê bikaranîn û govend tê gerandin. Lê, di dawatên Ertuþiyan de dahol û zirne jî cihê xwe digirin. Kesên ku li van enstrumanan dixin mitrib in û bipiranî ji herêma Botan têne vir. Ew ji neteweya Qereçiyan (Romanan) tên û Qereçî bi Poþayan- li herêma Yermeniyan wisa tê binavkirin- re merivên hev in. Ew gel di nav Kurdan de asîmîle bûne û bi kurdî diaxivin. Wan ziman û muzîkên xwe mîna Qereçiyan neparastine. Lê em nizanin ku wan têsîrek çawa li muzîka Kurdî kiriye, ev jî divê were kolandin.
Mitribên Botan- bi taybetî li Merdînê- li ribabê dixin. Çima ribab tenê li vê herêmê ji alî mitriban tê bikaranîn? Ev enstruman di muzîka Osmaniyan de jî heye? Ev jî pirsek e…

Digel vê; li van herêman li Radyoya Yerîvanê jî tê guhdarkirin. Di repertûwara vê radyoyê de þêwaza Serhetê xwedî cÎhekî girîng e. Em dikarin bêjin ku bi saya van radyoyan( Yerîvan, Bexda) di nava kurdan de repertûwareke hevpiþk avabûye.
Dengbêjên Hekariyê jî digel repertûwarên xwe repertûwara Serhadê ji vê radyoyê yan jî bi tekiliyên bi bajarê Wanê re hîn bûne.
Radyoya Bexdayê jî xizmet daye pirçandiyê. Gelek stranbêj û dengbêjên kurdan bipiranî ji ber sedemên siyasî koç kirine Baþûr û beþdarî bernameyên Radyoya Bexdayê bûne. Enstrumantasyona van stranên kurdî ku di vê radyoyê de tê lêxistin di bin bandora Muzîka Erebî de ye. Amurên têne bikaranîn ‘incesaz' in, wekî keman, ûd û timpilkê(darbiqe) . Sounda wan a Rojhilata Navîn e lê yên ku îcra dikin karakteristikên (taybetmendiyên) mûzîka kurdan jî dizanin.
Li vir ez dixwazim li ser mijareke din bisekinim: Peyva ‘Muzika Erebî' ku em bi kar tînin jî bi pirsgirêk e. Ji bo gelek însanan Rojhilata Navîn tenê warê ereban tê hesibandin. Ji ber ku gelek însan di bin têsîra oryantalizmê de ne. Li rojhilata navîn ji xeynî îslamê gelek olên din jî hene, ji xeynî Ereban; Asurî, Yermenî, Cihû, Nusayrî…hvd.

Þêwaza ‘Ýncesaz'ê ku þêwazeke bajarî ye- li bajarên Harpût-Elezîz-,Diyarbekir, Meletî, Sêwas û Rihayê jî xuya dibe û ev xet bi navê ‘Xeta Încesazê ' tê bikaranîn. Derdora van bajaran berê jî kozmopolît bû-Suryanî, Yermenî, Tirk, Kurd- bipiranî li gund û zozanan-, mamûrên Osmaniyan hemû bi hev re dijiyan. Bajarîbûn li wan deran gelekî kevnar e. Bi Stenbolê re jî têkiliyên çandî û rewþenbîriyê xurt bûn, mamûrên Osmanî diçûn û dihatin… Van mamûran bi devlemendên vî warî re li gor zevqên xwe þahî çêdikirin…

Li gel vê yekê, sedsala berî vê nufûsa Rûmiyan jî zehf bû . Cihû hebûn. Ji bo hatina kemanê ya vê coxrafyayê gelek spekulasyon hene. Hinek dibêjin Rûmiyan aniye, hinek jî iddia dikin ku Cihûyan aniye… Belkî jî Ereban… Li Dêrsîmê jî klarinet gelek tê bikaranîn. Berê li Dêrsîmê klarînetjenên Yermenî gelek navdar bûne. Ji bilî vê, hinek kevneþopiyên Elewiyên vî warî û Ermeniyên xirîstiyan jî diþibin hev . Weke mînak; Elewiyên Dersîmê ji þahiya sersalê re dibêjin ‘gagan'. Ermenî jî þahiya sersalê çê dikin, navê wê þahiyê jî ‘gaxant' e. Ji bilî vê; divê Yermeniyên veþartî jî neyên jibîrkirin.
Li Dêrsîmê, Elewîtî di nava Zaza, Kurmanc û Tirkan de bûye sedema gelek têkiliyan. Zaza û Kurmanc di bin bandora edebiyeta Elewiyên Tirk û Faris de jî mane. Weke mînak; Þah Hatayî serokê Safewiyan bû û Dersîm di bin destê wî de bû, bi xwe jî ji þaîrên Elewîyan bû-
Çawa ku, Erebî bûye zimanê Îslamê, Tirkî jî li Dêrsîm, Mereþ û Sîwasê di nav muzîkên Elewiyan de gelekî hatiye bikaranîn. (Brunessen).Ji Bilî vê, belkî nezaniya nivîsandina Zazakî û Kurmancî ji alî pîr'an (dede) jî buye sedema vê rewþê… Em nabêjin qet nivîsên Zazakî û Kurmancî tune bûye; lê gelekî kêm in.
Ji alî forma muzîkê ve jî belki têsîr çêbûne. Weke mînak, rîtma 9/8 di muzîka ne olî ya Zaza û Kurmancan de xuya nabe… Lê li Dêrsîmê bi taybetî di gelek beytên (deyiþ) Zazakî de ev rîtm tê bikaranîn. Di nav Tirkan de jî ev ritm gelekî navdar e…

Dersîm, Elezîz, Meletî, Semsûr û Mereþ jî hewzeyek e …Di Navbera Elewiyên vî warî de tekilî hene. Ji bilî vê, me li jor jî behs kiribû; ev war heta sedsala þanzdemîn di bin destê Sefewiyan de bû. Gelo, di wê sedsalê de bi ola Ehl-î Heq'an (Îran) re tekiliyeke çawa çê bûbû, divê lêkolîner li ser vê merselê jî bisekinin. Ji ber ku, mûzîka Ehl-î Heqan ji gelek aliyan ve diþibe muzîka Elewiyên vî warî. Di Nava Ehl-î Heq'an de Azerî jî zehf in…
Îran þaristaniyeke kevnar e û di warê muzîkê de gelek sazî hatine avakirin. Sîstematîzasyona meqeman û enstrumantasyon gelekî pêþketî ye… Kurdên ku li bajarên Îranê dijîn jî di bin têsîra wê de mane…

Dawiya dawî em hinekî jî li ser herêma Rihayê bisekinin: Bajarekî gelekî kevnar e. Navendeke olî ye jî. Bêhna rojhilata navîn zehf tê de heye- þêwazên amûran, þêwazên vokalan (glisendo pir e). Li vê derê jî di nav mûzîkjenên Kurd de Tirkî zehf tê bikaranîn. Stranbêjên Kurd Lawjeyan bi Kurdî û xezelan bi Tirkî –di nav de peyvên Farisî zêde ne- dixwînin. Di nav xezelan de Helbestên helbestvanên weke Fuzulî gelekî têne bikaranîn. Ez bawer im di navbera muzîka Riha û Kerkukê de jî tekiliyek heye… Meqamên Kurd, Ereb û Tirkan gelekî diþibin hev… Muzîka Tirkên Barak- ku li Entebê zehf in- jî têsîr daye hunermendên vî warî…

 

 

 

<< diðer yazýlar