Li Gotinên Muzika Þivan Perwer

Vedat Yýldýrým
06 Eylül 2006
 

Þivan Perwer li muzîka kurdî de herî hunermendekî xebatkar û navdar e, muzîka kevneþopî aliyê qayde û temayê ve hildaye kiriye navbera berhemên xwe û ji bo rojanebûna vê kevneþopiyê jî berhem derxistine. Li vî alî ve awayekî ‘neo-qlasîk' afirandiye; ji bo vê jî besteyên wî yên mînanî Xanima min, Lê Dotmam aliyê gel ve berhemên gelerî tê zanîn.

Kevneþopîya dengbêja ya bûye cîhderka çanda kurda ya devkî, Þivan Perwer nava jîyana malbata xwe de nas kir. Gundê Sorê li Sîwerekê kalikê wî yî bilûrvan û dengbêj meclîsên dîwan de Siyabend û Xecê , Evdalê Zeynikê , Eyþana Îbê , Evdî , Erebê , Bêmal , Delalê Qerejdaxi , Lawkê Metînî , Þêxa Delal û mînanî van destan û lawjeyan dibêje, Þivan jî li ber van mezin dibe:' ... Dengxweþê me pir bûn, malbata me jî hemû dengxweþ bûn, derdorê me jî wisa bûn. Me ji dengxweþiyê û hunermendan hez dikir; komikên muzîk û bilûrvanan, þivanan û derweþ û her þêwe muzîkar dihatin cem me û diçûn. Oda me ya rûniþtinê ya li gund gelek fireh bû, bavê min ji þivanan hez dikir, bi wan re rûdiniþt, dûr û dirêj distiran, çîrok û xemîþok digotin. Huner­mendan, çîrok û destanên kurdan yên kevn bi seatan distiran. Ez zarok bûm, min guhdarî dikir, hetanî nêzê destê sibê di nav wan de rûdiniþtim. Dema ku min guhdarî sitranekê dikir, min ew hemû di yek carê de hildida, ew di serê min de rudinîþt...'

Li salên xwe ya zanîngehê de Enqerê tevgerên polîtîk jî dinasîne. Li salên 70'an de ligel Malbendên Çandîyê Rojhilata Þoreþger (Devrimci Doðu Kültür Ocaklarý) ve civata kurda de jî polîtîkayê de geþbûn destpêkiriye û beþa xwendî-nivîskar jî li gorî ramana sosyalîst ve li ser pirsgirêka nasnamêyê de, dest gengeþiyê kirine. Bi taybetî serokatiya Ho Þî Mîn de tevgera Vîetnamî ya dijî Frensî û Emrîkî destpêkiriye û ser helbestên Cegerxwîn jî rayedar bûye; li ev helbestana berhemên Þivan de jî cîh digirin. Demên ku Enqerê tê Sîwerekê Þivan bi hevalên xwe dicive , li van hawira de berhemên xwe ye polîtîk tomarî têyîba xwe dike û van bandan hevalên xwe belav dike.

Li xêza jîyanê de ev rasthatina gund-bajar, dê li ser berhemên wî de ji tesîr çê bike. Þivanê ku hêstên xwe ya polîtîk û rojane bi awayekî hostayî dikare têxe nava temayên devki yên kevneþopî, êdî dixwaze mîsyoneke hunermendî li çê bike.Li vê mîsyona xwe bi rastî bernavka xwe de nîþan dide. Hunermendê ku navê wi ya rastiyê de Ýsmaîl Aygun e, çima ku navberka ‘þivan' dixebitîne, riste ya Ez dilgeþê canim 'de waha tîne ziman :

Ez dilgeþê can im
Ji dozê re Þivan im
Saza'm ne kevnar e
Ez hine yê bêzar im
Dengbêj im tembûrvan im
Leþker im þoreþvan im...

Xebatên Þivan yên wexta yekemîn de hundirê gotinê de ‘bêriya kurdan ya azadiyê' derbas dibe. Li vî alî de mûzîkên xebatên nû an aliyê Þivan ve hatiye çêkirin an jî xwediyê wan muzîkdarên kevneþop yên mîna M.Arif Cizrewî'ne. Li cîhderka wajeya van nivîsa dorhêla malbatê de gotinên epîk yên hiþê wî de mane û tomarên ku Radyo ya Bexdayê de amade bûne, mînanî Kawis Axa, Meryem Xan, Ýsa Berwari, M. Arif Cizrawî hildide. Hunermendê li Kurdîstana Baþûr Tahsîn Taha li vî awayî de muzîka kurdî de mînakên nû dide (Rabe Cotyar...hwd). Tema û qayîdên muzîkê kevneþopîne lêbelê gotin dorhêla polîtîk re tê þandin:

Rabe Cotyar ( Tahsîn Taha)
...
Hûn bikin gelî cotyara
Tovî bavên van beyara
Erdê weye yê kesî nîne
Nede ne bi zalimê cara...

Lê Dotmam 'ê de xortê þoreþger dotmama xwe ya evîndar re namekî diþîne û gazincê xwe rewþa kurdan tîne. Evîna xwe ya dozê li ser evîna dotmama xwe digire:
...
Dotmam tu pir þêrinî li ba Þivan
Lê niþtiman nadim bi hezar yaran...

Li mînanî gelek muzîkvanên kurd, welatê xwe dibeþîne sembola “dayîkeke” zayedar û bi bereket. Hunermend, ber vê de jî êþên jinan ya ku civaka kurdan de dikiþînin tîne ziman.

Li ber vê de Þivan Perwer helbestvanên mînanî Cigerxwîn yên serîkêþên helbestên kurdan ya polîtîk tesîrdar bûye, him helbestên wan helbestvanan him jî nêzîkî vê þewazê gotinên xwe muzîka xwe de bi kar aniye. Gotinên ku bin tesîra Cigerxwîn de nivîsiye de, wê dewrê de hessa tekoþîna hebûn-tunebûna kurdan cîh digire. Ya ku helbestên Cigerxwîn de gelekî tê xebitandin û vegotina wê ya ‘ez' e ( Jîn û Hebûn, Ez Mîrovim, Gula Rojhilatim... hwd.) li van gotinan de ( Ez Dilgeþê Canim, Hevalê Bargiranim... hwd.) hebûna kurdan dixwaze bangî hemû cîhanê bike.

Li nûcar xebata hunermendê ku gotinên Cigerxwîn bi kar aniye, awaza wî ya Ferat e. Lê belê ser nivîsê henek mudaxale lê aniye. Çimkî gorî wî yên hatinen jiyandin, tenê þayesekirin têrê nake û divê ku hinek tiþt bê kirin. Bi vî awayî Xabur ' a rêzeyên Hozan de dinale, pê gotinên Þivan yên sitemkar ve gazî serhildanê kiri bû:
...
Ferat li nava welatê dihere
Li ser te jî danîne mayin û bombe
Tu çawa tehamul dike
Ferat tu Kurdî, lê Kurdî behiþ î...

Gotinên wî yên ewilî de, li wê dewrê de herî zêde xwediyên kesatiyeke sosyalîzan e, bilêvkirinên polîtîk yên tevgerên kurdan cîh digirin. Kesatiyên bingeha ev tekoþîna ku mafê gelan ya tayinkirina çarenûsa xwe de avabûyî alîkî ve ne kifþ e. Eynî mîna ku Gelî Þoreþvan 'ê de gotina ‘gelê þoreþvan' dema ku rewþa kurda ya civaknasî dida ber çav, dûrî rastiyê bû. Lê belê van xebatan de bersîva pirsa tekoþîneke çawa, zimanekî wêjeyî nede jî kurdan de bo azadiyê û jê pirsîna rewþa xwe de hestyarîk çêdikir. Muxatabên ku bi hev re hesab bibînin mîrên feodal yên kedxwar, sermayedar bûn û hê temayên ku cudadîtina etnîkî ya ser kurdan dûçar dibe re nedihat rast hatin (Çîroka Apê Misto—Bilbilo, 1983):
...
Lo Misto lo Mistiko
Rebeno dest sistiko
Doza heqê xwe nake
Ber xekê xwe melis diko...
...
Min gelek tiþt jê re got
Dil û ceger li min bûn sot
Go belê weke te
Lê Misto bûye gayê cot...

Pergala feodal ya Lo Misto de tê behs kirin, ligel bi makînebûnê ve ( þixulandina traktoran…..hwd) yê pirsgirekên nû derxe; hewcetiya hêza mîrovan yê kêm bibe, li vê carê jî ji bo derfetên karên nû koçberiyên dê destpêkin. Ev rewþa ku jiyana civakê de cîh girtîye ya karkerên demsal yê Þivan re jî bibe yek derdekî:

Xwedêda ( Hay Dil-1980):
...
ez girînge ji ber zarokan herim Edenê
herim bixebitim
...
lê taraktor hat, pariyek nan jî ji me ra nema...

Hunermendê ku Lo Misto' de hundirê tîpê de þewaza vegotineke îronîk gelemþe dike, li paþê jî xebata xwe ya Newrozê ku ji bo zarokan çêkiriye ve li vê carê jî kesatiya teatral ya ku þewaza vegotinê de hebû, destana kurda ya hebûna Destana Kurdî de bal dikiþîne. Bi rastî nû car xebata wî ya ku ev þewaz hatiye ceribandin xebata Kîne em e (1978). Gotinên Cigerxwîn yên protest, hunermend awayekî ajîtatîf þîrove dike, xebata ku piranî resîtatîf ve gotinên ‘kart-kurt', ‘kurdên bi doçik (kuyruklu kürt)' re meydan dixwîne. Hebûna qaydê stranê jî destekî azad daye naveroka gotinên polîtîk, azad hîþtina prozodiya bi gotinî ve awazên zêdetir gotinan hildide navendê. Þivan dem tê nivîsa resen jî mudaxale dike; bi nemaze Cigerxwîn de ya ku bi rûmetên feodalizmê der hatiye hêza tekoþîna li ser “hêma mêran” ve îfade kirî re serî bilind dike û Þivan tekoþîna ligel mêr û jinan diparêze. Rêzeyên Cigerxwîn' yê “dixwazim wek mêr; dixwazim wek þêr” ev rêze li awayekî “dixwazim jin û mêr; dixwazim wek þêr” hatiye mudaxale kirin.

******

Li wextên herî paþê de (nemaze ligel albûma ‘Xewna min' ve) heçar welatan de parçebûna kurda jî muzîka xwe de diþixulîne Þivan, gotinên Xewna min ' de vê rewþê waha tîne ziman:
...
ew çi xewnek þêrin bû
Kurdîstan rizgar bibû...

Lê ev xebata xwe ya ku derdên xwe qehremanên dîrokî ( Seyîd Riza, Elîþêr) re dibêje de erdnîgariyeke kurdan a gelemperî þayese dike.Hozanê ku Mehabadê, Berzanê, Duhoqê digere wan deran pêþmergeyan dibîne û wana re slav diþîne. Ji xwe ketina wî ya Tirkîyê jî dijwar e. Li vê wextê de herî zêde rûyê Þivan berve kurdên baþûrê ye, tesîra Þerê Kendavêyî ku hilweþandina ser kurdan çêkiriye ve þaxesera ku mînanî Helepçe 'yê afirandiye û Lêxin Brano ve jî degel daye pêþmergan. Lê belê van nivîsa her herêma kurdan angorî xwe þîrove kiriye. Bi taybetî Canê Canê bûye marþa mîtîng û meydanan.

Gorî Þivan, li ber xewna ‘yekitiya kurdan' de herî astengiya girîng, hevxistinên li nava derdorên kurda yên polîtîk de çêdibû. Strana wî ya Me çi kir wexta ku hatiye weþandin, bûye sedema berteka jî, li eynî demê de hêvîkirina ‘dewlet' ê nû car vê xebata xwe de aniye ziman. Xebata xwe ye Laz û Kurd de gazî dîyaloga nava gelan nîþan dide van gotinên xwe ye nakokî ve:

Me Çi Kir
...
Bawer bikin bi gelê xwe
Da em welêt ava kin...
...
Karê me Kurdan ev e
Xebat û keyf û þer e
Huner çek û çeper e...

Laz û Kurd
...
bilbil wê biþkîne qefesa zêrîn
ji bo Derya Reþ, bo Gola Wanê...

Ya Star' ê de ev hîssadariya wî didome:
...
Çý zaza, çý kurmanc, çý soran
Qedera me yeke hey hewar
Kurdistanê perçe neke...
...
Daxwaziya me em bibin dewlet...

Ya Star eynî demê de, ew pirsa ku Kîne Em' ê de çend sala berve hatibû pirsîn ji bo Þivan, 90'an de bersîveke muzîkal bû:

Kîne Em (1979) :
...
Kîne em?
Kurde serfraz
Dijminê dijmin
Dostê haþtixwaz
Ez xweþ mirovim
Ne hirç û hovim...

Ya Star (Ya Star-1995)
... Dibejin hun nebune millet,...
... Dibejin diroka we nin e...

Li derfetên Þivan yên vegotina wêjeyî jî vî wextî de freh bûne. Li nivîsan de fesanên kevneþopî re þandinan dike, kesatiyên taybetî diafirîne. Xebata wî ya 1985 an Dilê Min Bû Behra Belek (Dotmam-1985) de eþqa xwe diþibîne eþqa Sîyabend û Xecê:
...
Li ser serê Sîpanê
Xwezî bi Siyabend û Xecê dimîne li ser Sîpan ê
Cîran merheme dilan...

Carna jî mînanî ku ya Dîlberê de kiriye, ‘Lê Dîlberê' ya hozanê kurd Feqiyê Teyran re þandinan dike, miradê hizkiriya xwe re hêvîbûna xwe ye bi sebr tîne ziman.
...
Ji evînê nayêm derê
Ji bo xatîrê Feqiyê Teyran
Carek were vê derê...

Li nivîsên ku mînanî Bêje Heval yên ku kesatiyeke vegotî dikiþînin awayekî muzîkal jî kifþ kiriye, digel muzîkvanê kurd Dilþad Said ku demekî Orkestra Qralîyeta Iraqê de keman lêxistiye re xebatên senfonîk jî çê kiri bû. Þivan Perwer salên dirêje li Ewropayê dijî. Li pê xeyalê rojekî bizivire welatê xwe, rû û berhemên xwe her dem berveyî axa xwe kiriye. Ji bo vê jî jiyanên kurdên Ewropa, rastiyên civaknasiyên wan erda, wî jî mînanî gelek hunermendên din zêde guh nedayê. Xebatên xwe ya mînanî Delalê de tenê behsa êþa xerîbiyê awayekî mazlûmî aniye ziman. Lê belê alîkî din ve Ewropa' yê êdî jiyaneke nû tê daxistin, li demekî ewên ku xeyalê ku yên bizivirin welatê xwe ve dijîn êdî dizanin ku tu car nazivirin. Vê ramanê kurdên ku metropolên Tirkiyê de dijîn jî em dikarin bibînin. Dewsa ramanên nostaljîk gelo ramanên ku rastiyên jiyana nû re rast tê, emê bikarin ava bikin? Çimkî heta ku nekevin nava vê naveroka teze li ser vir berhem dayin jî tu rastiyeke wê ya camidî yê tunebe.

Þivan Perwer- dîskografye :


Çavkanî:

Gündoðar, Sinan : Üç Kürt Ozanýn Hikayesi- Sî Yayýnlarý,2001
Baksi, Mahmut : Þivan
Cegerxwîn : Kîne Em- Pelê Sor,1991
Cegerxwîn: Aþitî- Avesta Yayýnlarý, 2000
Rezoyê, Osê : ‘Cegerxwîn', Kovara Bîrnebûn
Bayrak, Memet : Kürt Halk Türküleri- Özge Yayýnlarý,1991
Kaya, Ferzende : ‘Were Dotmam'-Kovara Esmer, Haziran 2006
Korkmaz, Mehmet : Özü Kürt Sözü Türk
Brunissen, Martin Van : Kürdistan Üzerine Yazýlar- Ýletiþim Yayýnlarý, 1993

 

 

<< diðer yazýlar